* Fotograf: Cem Genco – Hatay / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê di wesayîtekê de teqînek pêk hatiye. Di encama teqînê de du kes mirine, kesek jî birîndar bûye.
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, derbarê bûyerê de axivî ye ku îro li derdora saet 13.00ê pêk hatiye. Erdoganî gotiye: “Aşkere ye ku di wesayîtê de bombe heye. Sê kesên mirine, sûriyeyî ne. Dibe ku têkilî bi terorê re hebe.”
Wesayît li Taxa Mehmet Akîf Ersoyê sekinî bû. Piştî teqîna ku sedema wê nayê zanîn, wesayît şewitî ye.
Polîs, ekîbên îtfaiyeyê û yên tenduristiyê çûne cihê bûyerê. Polîsan li derdorê tedbîrên ewlehiyê standiye. Di encama lêkolînê de hatiye zanîn ku kesên di wesayîtê de miri ne.
Lêkolîn berdewam dike
Lêkolîna ekîbên bêbandorkirina bombeyan ên Midûriyeta Emniyetê ya Hatayê berdewam dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê teqîn ji ber teqemeniyekê çêbûye ku li ser destan hatiye çêkirin.
Walîtiya Hatayê di daxuyaniya xwe de gotiye, ew dinirxînin ku teqîn ji ber teqemeniya li ser destan hatiye çêkirin, pêk hatiye.
(AS/FD)