Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çalakvan û nivîskarê îngilîz Harry Leslie Smith di 95 saliya xwe de ku li dijî dijminahî, faşîzm, nîjadperestî û populîzma her diçe zêde dibe, têdikoşiya.
Harry Leslie Smith li Ingîtlereyê yek ji wan navên herî girîng ên siyasî û civakî bû ye. Jiyana Smith di nava xebata ji bo mafên mirovan û dahatûya cîhanê de boriye.
Smith xwe weke “Kaltirîn Serhildêrê Cîhanê” bi nav dike. Smith di sala 2014ê de, li Ingîltereyê di dema kongreya Partiya Karkeran de axivî bû û bi vê axavtinê navê wî li tevahiya welêt belav bûbû.
Harry Leslie Smithî Twitter gelekî çalak bi kar dianî ku zêdetirî 250 hezar şopînerên wî hebû.
Agahiya mirina Smithî yê ku di dawiya emrê xwe de ji bo pirsgrêkên penaberan kar kiriye, ji hêla kurê wî ve li ser Twitterê hatiye belavkirin.
Jeremy Corby, Serokê Partiya Karkeran a Ingîltereyê piştî mirina Smithî peyamek par ve kiriye û gotiye, “Ew, dêwekî wiha bû ku em li ser milên wî disekinîn”. (OI/EKN/FD)