Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê helîkoptera leşkerî li banê avahiyekê ketiye ku avahî li Taxa Firtinayê ya Kolana Topçûlarê ye.
Di encama bûyerê de çar leşker mirine, leşkerek jî birindar bûye. Di dema ketina helîkopterê de li kolanê ti kes nebûye û ji welatiyan ti kes nemiriye yan jî birîndar nebûye.
Heta saet 13.00ê jî sedema ketina helîkopterê nehatiye zanîn.
Walî Yerlîkaya: Sivîl birîndar nebûye
Alî Yerlîkaya, Waliyê Stenbolê daxuyaniyek daye û wiha gotiye:
“Di encama qezayê de ji personelên me yên leşker, çar şehîdên me û birîndarekî me heye. Ti agahî nîne ku li cihê bûyerê welatiyên me yên sivîl birîndar bûne.”
Akar: 2 efser, 2 jî binefser mirine
Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Milî jî diyar kiriye ku helîkopter saet di 10.30 deqîqeyan de firiyaye û wiha berdewam kiriye:
“Îro di saetên sibehê de di helîkoptera me de du efser, du binefser û çawîşekî pispor hebûn û dest bi xebatên bo perwerdeyê kirine.
“Mixabin, saet di 11.02yê de têkiliya bi wan re qut bûye, paşê jî hatiye dîtin ku ev qeza çêbûye.
“Du efser û binefserên me yên leheng şehît bûne. Çawîşê me yê pispor di ameliyatê de ye.” (EKN/FD)
* Foto: Alptekin Soykan – Stenbol / AA