Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komisyona Parêzerên Doza Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê, wê bi piştgiriya Baroya Enqereyê, sempozyûma bi navê “Qetlîamên DAIŞê û Sûcên Li Dijî Mirovahiyê” çêbike.
Sempozyûm 29ê Îlonê, roja şemiyê wê li Salona Konferansê ya Navenda Perwerdeya Baroya Enqereyê bi rê ve biçe. Di sempozyûmê de wê sê mijar bên nîqaşkirin.
* Rêxistinên cîhadîst ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn
* Di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de dadkirina DAIŞiyan
* Di çarçoveya hiqûqa cezayan a navnetewî de dadkirina DAIŞiyan
Di beşa pêşiyê ya sempozyûmê de parêzera Baroya Enqereyê Nûray Ozdogan wê moderatoriyê bike û rojnameger û nivîskar Fehîm Taştekîn, rojnameger û nivîskar Dogû Eroglû û Prof. Dr. Îlhan Ûzgel biaxivin.
Di beşa duyem de yek ji parêzerên doza 10ê Çiriya Pêşiyê Sevînç Hocaogûlları wê moderatoriyê bike û ji Zanîngeha Koçê Dr. Mûrat Onok, yek ji parêzerên Doza Qetlîama Pirsûsê Gulhan Kaya, yek ji parêzerên Doza Qetlîama Mîtinga Amedê Ozgur Erol, yek ji parêzerên Doza Qetlîama Daweta li Dîlokê Eylem Sarioglû Aslandogan, yek ji parêzerên Dozên Qetlîama Reina û ya Balafirxaneya Ataturkê Hazim Sûat Oncuoglû û yek ji parêzerên Doza Qetlîama Enqereyê ya 10ê Cotmehê Îlke Işik biaxivin.
Di beşa sêyem de jî ji Zanîngeha Anadolûyê Doç. Dr. Bariş Işik wê moderator be û wê akademisyen Dr. Gunal Kûrşûn, ji Zanîngeha Bîlgiyê Dr. Oznûr Sevdîren û ji Baroya Enqereyê parêzer Senem Doganoglû biaxivin.
(AS/FD)