Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dê xelata Navnetewî a li ser navê Hrant Dinkî tê dayîn, sibe di rojbûna wî de (15ê Îlonê), bidin xwedîyê xelatan. Amadekarê xelatê Weqfa Hrant Dinkî ye.
Ji bo salvegera 10emîn a xelatê îro li Navenda Kongreyê a Lutfî Kirdarî paneleke bi navê “Nêrîna Li Pêşerojê, Plankirina Siberojê” hate sazkirin. Di panelê de dê li ser mijarên wek; mafên mirovan, edalet û azadîyê biaxivin. Panelê bi axaftina Kathryn Sikkinkê dest pê kir. Sikkink li Zaningeha Harvardê dersan dide.
Kathryn Sikkinkê diyar kir ku îro li cîhanê jî li Tirkîyeyê jî pirsgirêka mafên mirovan û demokrasî heye. Sikkinkê got; “Tişta em ê bikin ew e ku em deskeftiyên xwe yên di derheqê mafên mirovan de zêdetir bikin li dinê.
“Divê em di mijara mafên mirovan de tiralîyê nekin û li hemberî negatîfîyên dibin, nekevin rewşeke bêhêvî.”
Piştî axaftina Sikkinkê rûniştina ewil a konferansê bi serenava “Li Gel Hemû Zehmetiyan Lêgerîna Edaletê” hate kirin.
Di rûniştinê de Kenneth Roth, Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û İsmail Beşikçi axivîn. (PT/VU/FD)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye kurdî.