Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Prof. Dr. Samîn Amîn di 86 saliya xwe de li Parîsê, paytexta Fransayê miriye.
Rojnameger Vijay Prashadî li ser hesabê xwe yê Twitterê mirina Amînî ragihandiye.
Hejmareke zêde lêkolînên Amînî li ser emperyalîzm-kolnyalîzm, islama siyasî û tevgerên civakî hene.
Samîr Amîn yek ji wan kesan bû ku îmze avêtibû bin belavoka Akademisyenên Aştîxwaz.
Derbarê Samîr Amînî de
Sala 1931ê li Qahîreya Misrî ji dayik bûye. Dema zarok û ciwan bûye li Port Saidê maye. Ji sala 1947ê û pê de perwerdeya xwe li Parîsê berdewam kiriye.
Sala 1952yê dîplomaya xwe ya Zanista Siyasetê, sala 1956ê ya Îstatîstîkê û piştî salekê jî ya Ekonomiyê standiye. Sala 1990î biyografiya wî hatiye weşandin û di wê de ji bo salên zanîngehê wiha gotiye: “Di nava çalakiyên milîtanî de derbas bû, ji bo ezmûnan ez gelekî kêm dixebitîm.”
Piştî barkirina li Parîsê, beşdarî Partiya Komunîst a Fransayê bûye. Tevlî xwendekarên din kovara bi navê Étudiants Anticolonialistes çap kiriye. sala 1957ê ew teza xwe ragihandiye ku behsa mekanîzmaya kapîtalîzma li welatên hindik pêşketine dike.
Piştî qedandina wî ya vê tezê, vegeriyaye Qahîreyê. Sê salan li Enstîtuya Rêveberiya Ekonomîk a hikûmetê ve kar kiriye. Piştî wê bi sê salan jî li Maiyê li Wezareta Plandanînê xebitiye. Paşê li Dakar û Parîsê ders daye. Li Enstîtuya Plandanîn û Geşepêdana Aboriya Afrîkayê ya Neteweyên Yekgirtî (IDEP) de kar kiriye.
Sala 1980ê bûye Serokê Forûma Cîhanê ya sêyem a li Dakarê.
Sala 1988ê pirtûka bi navê “Navendparêziya Ewropayê” hatiye çapkirin û di rojevê de cihekî girîng girtiye.
(Çavkanî: Wikipedia) (AS/FD)