Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Civînên Marksîzmê wê îsal di navbera 3 û 6ê Gulanê de, li Stenbolê li salona civînê ya Cezayîrê çêbibin.
Civîn ji sala 1992yê û vir ve ji hêla Partiya Karkerên Sosyalîst ên Şoreşger (DSİP) ve tên çêkirin û îsal ji ber ku 50emîn salvegera tevgera 68ê ye wê mêvanên navnetewî beşdarî bernameyê bibin.
Ji ber ku 200 sal di ser roja ji dayikbûna Marxî de derbas bûye wê îsal di bernameyê de teoriya Marksîst jî were cî bigire.
Di çarçoveya bernameyê de çalakvan, xwendekar, karker, akademisyen û nivîskar, ji Serokê DYAyê Donald Trump heta Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtînî wê li ser serokên “otorîter”, li ser biryara hilbijartina pêşwext a Tirkiyeyê û greva karkeran a li Yewnanîstanê li ser gelek mijaran biaxivin.
Rojên Marksîzmê wê bi slogana “Ya esasî guhertina cîhanê ye” bi rê ve biçe.
Ji bo bernameya çalakiyê, bitikîne. (TP/FD)