Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Tirkiyê di referandûma 16ê Nîsanê ya derbarê guhertina destûra bingehîn de serbestiya propagandayê dê di 9ê Nîsanê de destpê bike û dê roja beriya dengdayinê saet 18.00ê bidawî bibe.
Heta 24 saetên beriya roja dengdayinê jî partiyên siyasî di radyo û televizyonan de bi hev re yan jî cuda cuda dê karibin beşdarî bernameyên weke panel, roportaj û yên din bibin û nêrînên xwe bînin ziman.
Herwiha dezgehên medyayê dê karibin derbarê bernameyên partiyên siyasî de weşanên zindî çêbikin. Dîsa di pêvajoya serbestiya propagandayê de partiyên siyasî di çapemeniya nivîskî de dê karibin bi rêya îlan û reklaman an jî bi vekirina malpera înternetê re propagandeya nivîskî, devkî û dîtbarî bikin.
Lê di vê pêvajoyê de wê nikaribin peyamên nivîskî, devkî û dîtbarî ji bo navnîşanên maîlan û telefonên welatiyan bişînin. Tenê dikarin van tiştan ji bo endamên xwe bişînin.
Qedexeyên li ser lêpirsînan
Di 10 rojên beriya dengdayinê de bi rêya dezgehên dîtbarî, nivîskî û devkî dê anket, lêpirsînên giştî neyên çêkirin.
Di referandûmê de di nava welêt de 55 milyon û 319 hezar 222 dengdêr dê di 167 hezar û 140 sindoqan de dengên xwe bikar bînin.
Ji van dengdêran 1 milyon û 269 hezar kes wê di roja dengdanê de 18 saliya xwe temam bikin û weke dengdêrên nû karibin dengên xwe bikar bînin.
Ji bo referandûmê dê di girtîgehan de jî 461 sindoq bên danîn.
Welateyên ku kaxizên wan ên zanyarî ya hilbijartinê nehatibin jî dê karibin dengen xwe bikar bînin. Kesên ku kaxiza wan tune be û di saziya hejmartin û welatiyê de qeydkirî bin, bi nasnameyên xwe (kaxiza hejmarê, karta nasnameyê ya bi mohra cemidî ya ji hêla saziyên fermî ve hatine dayin, pasaport, ehliyet û cuzdanê zewacê) dê karibin deng bidin.
Saetên dengdayinê
Dengdêr li Adiyaman, Agirî, Artvin, Çewlig, Bedlîs, Amed, Elezîz, Erzîncan, Erzerom, Dîlok, Giresun, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sivas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilisê di navbera saetên 07.00-16.00ê de dê dengên xwe bikar bînin. Li bajarên din saetên dengdanê jî dê di navbera 08.00-17.00ê de be.
10 partî
Ligel AKP, CHP, HDP û MHP, ANAVATAN; Bagimsiz Turkiye Partisi, Buyuk Birlik Partisi, Hur Dava Partisi, Saadet Partisi û Vatan Partisi dê karibin derbarê referandûmê de bibin mudaxil û endaman bidin lijneya sindoqan.
(NY/FD)
Fotograf: Abdullah Aşiran/AA