Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Navneteweyî ya Zelalîyê (Transparency International) lîsteya dewletên gendelî lê tê kirin eşkere kir. Li Tirkiyeyê gendelî zêde bûye û di lîsteya zelalîyê de 9 pileyan bi paş ket.
Tirkiye di nav 175 dewletên gendelîker de ket di rêza 75. de.
Rêxistina Navneteweyî ya Zelalîyê (Transparency International) lîsteya zelalîyê ji sala 1995ê ve diweşîne.
Tirkiye ji sala 2013ê ve bi awayekê ber-bi-çav bi paş dikeve.
Herî baş û herî xerab ên lîsteyê
Di lîsteyê de dewletên herî kêm gendelî lê heye Danîmarka(90 pûan), Zellandaya Nû(90) û Fînlandîa(89) e.
Dewletên herî zêde gendelî lê hene, Koreya Bakurê(12 pûan), Sûdana Başûrê(11 pûan), Somalî(10 pûan)
(HK/MB)