Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Derbarê 2 teqînên li Stenbolê de ku heta niha di encamê de 44 kes hatin kuştin de 13 kes hatin binçavkirin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di daxuyaniya xwe ya herî dawî ya li ser lêpirsîna coteqînên Stenbolê de ragihand ku 13 kes hatine binçavkirin, lê ti agahî neda ka ew kesana kî ne.
Di encama 2 teqînên li Stenbol Beşiktaşê piraniyên wan polîs heta niha 44 kes canê xwe ji dest dane û zêdetirî 150 kes jî birîndar in.
TAKê di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kir ku êriş ji hêla hêzên wan ve hatine kirin.
Piştî teqînên ku roja şemiyê pêk hatibûn ji bo rojeke şîn hatibû îlankirin.
(HK/YO)