Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Artêşa Sûrî di çarçoveya operasyona ku 2 hefte ewil dabû destpêkirin de gelek deverên bakêrê rojhilatê Helebê ji OSOyê paqijkir.
Artêşa Sûrî li rojhilatê Helebê deverên destê OSOyê de ewil kir du beşan û piştî wê yekê aliyê bakur kontrol kir.29-11-2016
OSO: Ji xeynî Helebê cihên din jî hene
Muzakerevanê payebilind yê OSOyê George Sabra di daxuyaniya xwe ya BBCê de got: “Artêşa Sûrî bakurê Helebe konrtol kir. Lê ev yek têkoşîna me bi dawî dake.”
Sebra diyar kir ku wê şerên wan ê li hemberî rejîma baas û Beşar Esad wê dewam bike û destnîşan kir ku di rewşeke wiha de mimkûn nîn e ku muzakere were kirin.
“Têkçûyîna herî mezin ya OSOyê”
Navenda Çavderiya Mafê Mirovan a Li Sûriyê ku navenda wan li Londonê ye, di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand ku Artêşa Sûrî duh Al Sakhourê ku herêmeke stratejîk e kontrol kir.
Li gorî nûçeya Reutersê dîrektorê navenda çavdêriyê Ramî Ebdrurrehman got: “Ev yek ji sala 2012an vir ve li Helebê têkçûyîna herî mezin a muxalifan e.”
Ebdurrehman got ku piştî pêşketina Artêşa Sûrî li bakurê Helebê gelek deverên OSOyê konrtol kiriye.
Rûsya: 12 herêm ji OSOyê hat paqijkirin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku li Helebê 12 herêm ji destê OSOyhê hatiye sitandin. Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku bi vî awayî OSOyê ji %40ê herêmên destê vekişiyaye.
Rûsyayê daxuyand ku 2.500 welatiyên sivîl ji rojavayê Helebê hatine tehliyekirin.
Li gorî nûçeya Sputnik Kurdistanê Serokê Dewleta Rûsyayê duh li gel konseya ewlehiyê civîn lidar xistine û derbarê rewşa Helebê de nirxandinan kirine.
YPG: 6 hezar welatiyên sivîl hatin rizgarkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Fermandariya Giştî yê YPGê daxuyand ku ji welatiyên sivîl yên li taxên Hulik û Bustanpaşayê yên Helebê ji bo sivîlan korîdara mirovî hatiye vekirin, 6 hezar sivîlên ku di nav şerên navbera Artêşa Sûrî-OSOyê de mane hatine rizgarkirin.
Daxuyaniya YPGê wiha ye:
“Me heta îro ewlehiya welatiyên li taxên Şêxmeqsûdê pêk anî. Em niha jî peywîra xwe ya ji bo ewlehiya welatiyên li rojhilatê Helebê bi cih tînin. Di çarçoveya vê yekê de me ji bo sivîlên li taxê Hulik û Bustanpaşayê korîdora mirovî ava kir û 6 hezar welatiyên sivîl rizgar kirin.”
NY: Li rojhilatê Helêbê xwarin nema
Berdevkê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephan Dujarric diyar kir ku pêdivîyên mirovî û xwarinên ku şandine rojhilat3e Helbê di 13ê Mijdarê de xelas bûye û got: “Ev rewş rojhilatê Helebê kiriye bajarê bêxwarin.”
Dujarric civîna çapmeniyê ya derbarê mijarê de wiha axivî:
Li rojhilatê Helebê 275 hezar kes di rewşeke dijwar de dijîn. Ji serê meha Tîrmehê vir ve ti alîkarî-pêdivî negihiştine wir. Pêdiviyên ku Rêxistina Xwarinê ya Cîhanê şandibû wir jî di 13ê Mijdarê de bi temamî xelas bû.”
Êrişa bi çekên kîmyewî
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê Rêxistina di rapora hevpar ya Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) û NYê de hat gotin ku Artêşa Sûrî 3 êrişên bi qaza klorê pêk anîne û DAIŞê jî êrişeke bi qaza hardalê pêk aniye.
Hukimeta Sûrî jî agahiyên bikaranîna çekên kimyewî derewand 3u îdiayan red kir.
(AS/YO)