Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Di çarçoveya operasyona El Babê ku TSK û OSO pêk tîne de, li dijî leşkerên tirk êrişek pêk hat. Di encama wê êrişê de 3 leşker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn.
DHAyê di nûçeya xwe de got ku êriş ji hêla DAIŞê ve hatiye kirin, lê di nûçeya IHAyê de ti agahî nehat dayîn ka wê êrişî kî kiriye.
Ajansa Fransayê AFPê jî di nûçeya xwe de got ku wê êrişê DAIŞê pêk aniye.
7 leşkerên ku di encama wê êrişê de birîndar bûbûn, rakirin nexweşxaneyên li Kilis û Dîlokê.
IHAyê ragihand ku rewşa leşkerî birîndar giran e.
Ji 21ê Tebaxa 2016an vir ve TSK ji sînor derbas bûye û li axa Sûriyê operasyonan pêk tîne. Di çarçoveya wan operasyonan de heta niha 16 leşker mirine.
(EKN/YO)