Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya ANFê YPGê daxuyanî da û got ku ew hêzên xwe yên hêzên xwe yên li Minbicê vedikişîne û tevli Hemleya Xezeba Firatê dike.
Di wê daxuyaniya YPGê de hat gotin ku perwerdehiyên leşkerî ku li Minbicê dihat kirin, temam bûye.
“Eger pêwist be em ê amade ne ku careke din biçin Minbicê”
Daxuyanîya YPGê bi vî rengî ye:
“Hêzên me bi destekdayîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û alîkariya Koalîsyona Navnetewî, di 15’ê Tebaxa 2016’an de bajar, gundewar û tevahî gelên Minbicê ji zordestiya DAIŞ’ê rizgar kirin.
Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, yekîneyên me bi alîkariya Koalîsyone Navnetwî, hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde kirin. Niha ev hêz bûne xwedî saziyên leşkerî û ewlekariyê û dikarin gelên Minbicê ji hemu xeteriyên li ser bajar biparzên.
Piştî ku hêzên me yên li bajarê Minbicê rola xwe di rizgarkirina bajar û sivîlan de gihandin dawî, em îro radighînin ku hêzên me ji Minbic vekişyan rojhilatê çemê Firatê, da ku tevlî hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa “Xezeba Firatê” ya ku hatiye îlankirin bibin. Em bawer in ku hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikarin bi erka xwe ya parastina Minbicê rabin.
Di heman demê de em spasiya gelên Minbic ên qehreman bi hemû pêkhatiyên wê yên hembêza xwe ji şervanên me re vekirin dikin. Di heman demê de, eger pêwîstî hebe, em hazirin li ser banga gelên Minbicê herin herêmê û wan ji xeteriyê biparêzin”.
Amerîkayê jî daxuyanî dabû
Îro Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obama Brett McGurk daxuyandibû ku li Minbicê perwerdakirina hêzên herêmî ku YPGê pêk tîne, temam bûye û YPG wê ji bajêr vekişe.
(YY/YO)