Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sererkaniya Rûsyayê daxuyand ku li ser fermana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo ku sivîlên li Helebê bikaribin bajêr biterikînin di 4ê Mijdarê navbera saetên 09:00-19:00an de wê “bêhnvedana însanî” were sepandin.
Li gorî nûçeya Sputnik Kurdistanê daxuyaniya derbarê mijarê Serokê Serekaniya Rûsyayê Valeriy Gerasimov xwend û wiha got:
“Ji bo ku em pêşiya mirinên bê wate bigirin, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu li ser fermana Serfermandar Pûtîn li Helebê di 4ê Mijdarê de di navbera seetên 09.00 û 19.00an de biryara sepandina bêhnvedana însanî daye. Ev biryar ji terefê hikûmeta Sûriyeyê ve jî hat erêkirin."
Bêhnvedana yekem
Herî dawî Rûsyayê di 20ê Cotmehê de ji bo veguhestina sivîl û birîndaran ji bajarê Helebê bêhnvedana însanî ragihandibû û ew bêhnvedan 3 rojan domandibû.
Bombekirina hewayî
Hêzên hewayî yen Rûsya û Sûriyeyê di 18ê Cotmehê de navber dabûn operasyonên hewayî yên ser Helebê û hê jî berdewam e, lê milîtanên terorîst nahêlin sivîl bajêr biterikînin û bi top û hawanan êrişî herêmên niştecih dikin.
Her wiha Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov jî duhî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku navberdayîna operasyonên hewayî hê jî berdewam e, lê ji ber êrişên milîtanên terorîst negengaz e ku ev navberdayîn were dirêjkirin.
(YY/YO)