Fotograf: Yusuf Akin / Evrensel
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Pilûra Dêrsimê, bi hinceta biryara walîtiyê ya di 14ê Tebaxa 2020an de têkildarî Desteya Parastinê ya Mûnzûrê ya li dijî “projeya peyzajê” lêpirsîn daye destpê kirin. Desteya Parastinê ya Mûnzûrê ragihandiye ku ev "projeya peyzajê" wê zirarê bide Avzêmêm Mûnzûrê.
Di nav 81 kesên ku lêpirsîn derbarê wan de hatiye destpêkirin, Hevserokê Bajarê Dêrsimê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îbrahîm Kasum, Hevserokê berê yê Şaredariya Akpazarê Orhan Çelebî yê ku qayûm avêtibûn dewsa wî, Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu, Serokê Baroyê Parêzer Kenan Çetîn, Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê Alî Haydar Ben hene. Her wiha di nav wan de gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl jî hene.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, 81 kesên lêpirsîn derbarê wan de hatine vekirin, vexwandine da ku îfadeyê xwe bidin.
Avzêmên Mûnzûrê
Avzêmên Mûnzûrê ku di nava tixûbên Pilûra Dêrsimê da ne, ji bo welatîyên alewî pîroz in. Avzêmên Mûnzûrê, bi biryara Lijneya Parastinê ya Erziromê, 17ê Tîrmeha 2003yan wekî Qada Parastî ya Sirûştî ya di Radeya 1. da hatiye tescilkirin.
Naveroka projeye çi ye?
Projeya Peyzajê ya Avzêmên Mûnzûrê di 2018an da hatiye xêzkirin. Ji bo vê projeyê Wezareta Hawirdor û Bajarvanîyê û Ajansa Geşbûna Feratê 8 milyon TL bütçe veqetandine.
Proje bi gotina ku dê “ji bo tûrîzmê vebe”, bi angaşta “gemara dîtbarî ji navê rake”, bi kordîneya Walîtîya Dêrsimê, ji alîyê Ajansa Geşbûna Feratê hatiye amadekirin; di Hezîrana 2019an da ji alîyê Sazgeha Herêmî ya Parastina Hebûnên Çandî yên Erziromê ve hatiye pesendkirin û îhaleya wê 2yê Hezîrana 2020î Şirketa Rengî Înşeat Sen. Tîc. Ltd. standiye. Di 11ê Tebaxê da projeye dest pê kiriye.
Heke ev proje bi dawî bibe, dê Avzêmên Mûnzûrê xera bibin û dihê gotin ku têketina avzêman dê bibe biheq.(TP/AY/AY)