Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li herêma Luganskê ya li rojhilatê Ukranyayê dikeve, li 146 deveran agir bi daristanan ketiye. Di şewatê de 11 kes mirine, 17 kes jî birîndar bûne.
Serdozgeriya Giştî ya Ukranyayê daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniyê de gotiye, “Li herêma Luganskê 146 deverên ku şewat lê derketiye, ji wan 116 hatine vemirandin. Ji bo 30 deverên din jî xebat berdewam in.”
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), ji ber şewatan 11 kes mirine û 17 kes jî birine nexweşxaneyê. Her wiha 120 kes jî hatine tahliyekirin.
250 avahiyan zirar dîtiye
Ji ber şewata ku li 11 hezar hektaran belav bûye, 250 avahiyan zirar dîtine. Polîsê Ukranyayê ragihandiye ku di derbarê şewatan de 7 lêpirsînên cuda hatine despêkirin.
Ji bo agirî vemirînin hezar û 500 karker, 200 wesayît û 3 balafir dixebitin. (TP/AY/FD)