* Fotograf: İlyas Gün / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylu, Wezîre Karûbarên Navxweyî, aşkere kiriye ku li cihê lehî lê rabûye cesedê cendermeyekî din hatiye dîtin. Li gorî vê encamê hejmara miriyan gihîştiye 8an. Lêgerîna li 8 kesên windabûyî jî berdewam dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, 9 milyon TL pere ji bo alîkariyê hatiye şandin û wê bi van pereyan dest bi xebatên başkirina rewşa welatiyan bikin.
AFAD: Me 157 welatî rizgar kirin
Serokatiya Rewşa Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku piştî lehiyê bi ekîbeke ji 988 kesan û 288 wesayitan pêk tê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatiye destpêkirin. Li gorî heman daxuyaniyê heta niha 157 welatî rizgar kirine.
Rêyên 118 gundan hatibû girtin û di encama xebatan de rêyên 35 gundan hatine vekirin. Xebatên vekirina rêyên gundên din berdewam dikin.
Her weha elektrîkên 70 gund û 8 taxan jî qut bûbû. Ji van elektîra 49 gund û 4 taxan hatiye. (TP/FD)