Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Manîsayê bi pileya 5.5ê erdhejek pêk hatiye. Navenda erdhejê navçeya Saruhanliyê ye û saet di 10.21 deqîqeyan de rû daye. Erdhejê bandora xwe li Îzmîr, Bûrsa, Balikesîr, Aydin, Stenbol, Kutahya û li hin bajarên din kiriye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşên Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej 9,29 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Yaşar Karadenîz, Waliyê Manîsayê aşkere kiriye ku navenda erdhejê Taxa Kumkuyucakê ye û heta niha kes ji ziyana can û malî li wan negeriyaye.
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye ku heta niha zanyarî derbarê ziyanan de nîne û kontrol li der û dorê tê kirin.
Duh jî li Wanê bi pileya 5,4ê erd hejiya bû. Bandora erdhejê li Colemêrg û Bedlîsê jî bûbû. Li navçeya Payîzavayê gelek xanî û axur rûxiya bûn. (HA/FD)