Fotograf: greenpeace.org
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Heke mêşhingiv tune bibin, wê tenê sal ji emrê mirovan bimîne. Heke mêşhingiv nebin wê dolgirtin, nebat, ajal û mirov jî nebin.” (Albert Einstein)
Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî di 20ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an de biryar girtibû ku 20ê Gulanê were Roja Mêşhingivan were pîrozkirin. Ji ber wê ye ku ev sê sal in li gelek deverên cîhanê ev roj tê pîrozkirin.
Odeya Doktorên Veterîner a Stenbolê ji bo vê rojê peyameke nivîskî weşandiye. Odeyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Îsal sala sêyem e ku Roja Mêşhingivan a Cîhanê tê pîrozkirin. Li gorî lêkolînan, ji çaran sêyê 100 cure nebatên ku zêdetirî ji sedî 90ê xurekan ji wan peyda dibin, bi saya tozbûna mêşhingivan tên bidestxistin.
“Di çandiniyê de gelekî zêde û binezanî tiştên kimyewî tên bikaranîn. Çi ev rewş çi jî gemarîkirina hawirdorê ya şexsan, di roja me de hebûna mêşhingivan dixe nav xetereyê. Lê ji ber karantînekirinê ya li hemû cîhanê jiyan hinekî din hêdî bûye û vê jî hiştiye xweza bêhnê bistîne. Girîngiya hevsengiya xwezayî û cureyên biyolojik bêhtir hatiye famkirin. Heke em vê serdemê weke fersendekê bigirin dest, bi piştevaniya pêkanînên baş ên çandiniyê re, wê bi saya mêşhingivan dewlemendiya me ya berhemên xwezayî zêdetir bibin.” (EMK/FD)