Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Prof. Dr. Huseyîn Toros, Dersdarê Beşa Endazyariya Meteorolojiyê yê Fakulteya Zanistên Balafiran û Fezayê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (İTÜ), gotiye rêjeya karbondioksitê gihîştiye asta metirsîdar û ji bo tedbîrên bilez û bez hişyarî daye.
Li gorî daneyên ku Ajansa Anadolûyê ji Daîreya Okyanûs û Atmosferê ya Netewî (NOAA) berhev kiriye, di 400 hezar salên beriya serdema endîstrîbûnê de rêjeya karbondiaksita (CO2) li atmosferê di navbera 200 û 280 ppm (ji milyonê yek) de bûye.
Karbiondioksit yek ji gazên sereke ye ku dibe sedema serayê. Rêjeya karbiondioksitê di sala 1880ê de 291 ppm e û piştî bi 140 salan ango îro ev rêje ji sedî 42 zêde bûye û gihîştiye 412 ppman.
Ji ber ku sotemeniyên fosîl zêde tên bikaranîn, îsrafên di çavkaniyan de û liv û tevger û xebatên din ên mirovan rêjeya gazên serayê li atmosferê her diçe zêde dibe.
Torosî diyar kiriye ku heke rêjeya karbondioksitê bi vî awayî zêde bibe wê germahî derkeve asta herî bilind, ziwayî, şiliya zêde, lehî, bahoz, bablîsok û tofan wê zêde bibin. (TP/FD)