* Fotograf: Şener Toktaş / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Miksê, navçeya Wanê cenazeyê kesekî din ji bin berfê hatiye derxistin. Duh di encama aşûtê de 33 kes miribûn. Tevî sê cenazeyên ku îro hatine dîtin ev hejmar bûye 36.
Cenderme û ekîbên AFADê vê sibehê çûne cihê ku aşût lê hatiye û kûçikên dedektor re dest bi lêgerînê kirine.
Di encama vê xebatê de laşê kesekî din hatiye dîtin.
Di encama her du aşûtan de hejmara miriyan derketiye 41ê.
Xebat berdewam dikin
Xebata lêgerîn û rizgarkirina du kesên di bin aşûtê de mane li herêmê berdewam dike.
6 jê bi giranî 53 kesên ku birîndar bûne li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Çi bûbû?
4ê Sibatê saet li derdora 17.00ê li Miksê, navçeya Wanê li derdora Gêdûka Karabetî aşût bi ser wesayîteke karî û mînîbuseke rêwiyan de hatibû.
Bahattîn Karagulle, operatorê wesayîta karî bi derfetên xwe ji bin berfê derketibû û rayedar agahdar kiribû.
Li ser vê agahiyê ekîbên AFAD, UMKE û hêzên hawarçûnê çûbûn herêmê. Saet li derdora 21.00ê 7 kes hatibûn rizgarkirin, lê laşê 5 kesan ji bin berfê hatibû derxistin.
Lêgerîna du kesên din ên di bin berfê de berdewam dikir û 5ê Sibatê aşûta duyem hatiye xware. Di encama vê aşûtê de jî 33 kes miribûn. (TP/FD)