Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Waliyê Wanê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin, Mehmet Emin Bilmezî eşkere kiriye ku di aşûta duyemîn a li Miksê da 26 kes mirine.
Bilmez di daxuyaniya xwe da wiha gotiye, "Di şepeya duyemîn da cendirme, gundparêz, agirkuj û sivîl bi tevahî 26 welatiyên me mixabin jiyana xwe ji dest dan."
Walî Bilmez her wiha diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin û hejmara rasteqîn a kesên di bin şepeyê da mane jî vêga nayê piştrastkirin.
Ji bo rizgarkirina kesên di bin aşûtê de mane kar dikirin
Li Gêdûka Karabetî ya li ser rêya Wan û Miksê, duh bi şev wesayitek karî û mînîbusek rêwiya di bin aşûtê de mabûn.
Waliyê Wanê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmezî gotibû, "Vê gavê 5 welatiyên me wefat kirine, tevî operator 7 birîndarên me yên ku sax hatin xelaskirin hene. Dibe ku 2 kesên din di binê şepê da mabin. Li herêmê xebat dewam dikin."
Midûrê AFADâ Wanê Osman Uçar, serşêwirmenda Erdoganî û parlamentera berê ya Wanê Gulşen Orhan û Hevşaredarê berê yê Miksê yê HDPyî Galîp Yakût jî di bin aşûtê de mane lê hatine rizgarkirin û ew birine nexweşxaneyê.
Di encama aşûta duyemîn de hejmara miriyan derketiye 31ê. (TP/FD)