* Fotograf: Özkan Bilgin - Van / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Gêdûka Karabetî ya li ser rêya Wan û Miksê, wesayitek karî û mînîbusek rêwiya di bin aşûtê de mane.
Waliyê Wanê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmezî got, "Vê gavê 5 welatiyên me wefat kirine, tevî operator 7 birîndarên me yên ku sax hatin xelaskirin hene. Dibe ku 2 kesên din di binê şepê da mabin. Li herêmê xebat dewam dikin."
Bîlmezî diyar kir ku berf û pûk hê jî dibare û xetereya aşûtên nû berdewam dike.
Bi derfetên xwe ji bin berfê derketiye
Bahattîn Karagulle, operatorê wesayîta karî bi derfetên xwe ji bin berfê derketiye û rayedar agahdar kiriye. Karagulleyî gotiye ku mînîbus di bin berfê de maye.
Li ser vê agahiyê ekîbên AFAD, UMKE û hêzên hawarçûnê şandine herêmê.
Bîlmezî destnîşan kiriye ku 200 kes xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dimeşînin. (EKN/TP/FD)