Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li ser daxwasa Serokatiya Daîreya Xizmetên Jeolojîk û Avên Binerd a Karûbarên Ava Dewletê (DSÎ) biryar hatiye standin ku kaniya Ava Spî weke qada parastî were ragihandin. Biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin û kete meriyetê.
Ava Spî di nava sînorên Nisêbînê de ye û li ser rêya Midyadê dimîne.
Ava Spî di saniyeyekê de 5,3 metrekûp diherike û ji bo Mêrdîn û navçeyên wê di dabînkirina ava vexwarin, emilandin û endustriyê de tê bikaranîn. Biryar hatiye standin ku heya sala 2045an wê ava vê herêmê ji vir were dabînkirin.
Di biryarê de herêmên "qada parastî ya teqez", "qada parastî ya pileya yekemîn" û "qada parastî ya pileya duyemîn" û rêgezên ku divê bên cîbicîkirin, hatin diyarkirin.
Li sînorên herêma parastî ya teqez bi tenê ew destûr dê were dayîn ku tesîsa karkirina ava binerd were avakirin û herwiha bi destê DSÎyê bîra sondajê were vekirin. Herwiha valakirina zibil li vê qadê an jî fealiyetên ku dê li herêmê avê qirêj bike, dê bên qedexekirin.
Biryar piştî ku Wezareta Çandinî û Daristanan pesend bike û di Rojnameya Fermî de bi weşîne, wê bikeve meriyetê. (RT/FD)
Fotograf: AA