Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Okyanûsa Atlasê li herêma Bahamayan Bahoza Dorianê di asta 5em de derketibû û bûbû sedema ziyana can û malî.
Li herêmê Ji bo kesên di bahozê de mane, xebatên lêgerînê dewam dikin. Beriya niha wezîfedaran diyar kiribû ku hejmara miriyan 5e. Hatiye ragihandin ku hejmar bûye 7 û metirsî heye ku hejmar zêdetir be.
Bandora bahozê kêm bûye
Serokwezîrê Bahamayan Hubert Minnisî diyar kiriye ku ji %60ê avahî û kargehên li herêma Bendera Marshê ziyan dîtiye. Bahoz niha daketiya asta 2an û ber bi eyaletên Florida, Bakur-Başûr Carolina yên DYAyê pêş ve diçe.
Navenda Bahozê ya Netewî ya DYAyê diyar kiriye ku, her çiqas bandora bohazê kêm bibe jî, bahoz hê jî tehdîdek mezin e. Sireta bahozê niha nêzî 177 km ye. Ji bo lehiyê niştecih hatine hişyar kirin. (EMK/DG/FD)
* Derya Goregenê ev nûçe wergerandiye
Fotograf: AA