Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bahoza Dorianê her diçe tesîra xwe zedetir dike û bi ser Okyanûsa Atlasê de pêşve diçe.
Hatiye diyarkirin ku asta hêza bahozê gihiştiye 5an û li bendê ne ku bandora bahozê piştî Bahamayan li eyaleta Georgia û Başûrê Carolinayê jî bike.
Li Bahamayan çapemeniya herêmî diyar kiriye ku Lachino Mcintoshê 7 salî ji ber bahozê miriye. Di nûçeya Bahaman Newsê de hatiye nivîsandin ku Machintosh dema bi malbata xwe re xwestiye ji mala xwe derkevin, fetisiye. Birayê/xwişka wî winda bûye.
Fotograf: Sean Breslin/wetaher.com
Navenda Bahozan a Netewî ya DYAyê ragihandiye ku sireta bahozê di saetê de digihêje 295 kîlometreyan û berê xwe daye herêma rojava. Hatiye diyarkirin ku berî niha ti bahoz ev qas şîd û bibandor nebûye.
Extreme winds from the eyewall of #Dorian in excess of 180 mph will affect the Abaco Islands during the next few hours. TAKE COVER NOW! THIS IS AN EXTREMELY DANGEROUS AND LIFE-THREATENING SITUATION. Move immediately to the safe room in your shelter. https://t.co/tW4KeFW0gB pic.twitter.com/mr15oGasxH
— National Hurricane Center (@NHC_Atlantic) September 1, 2019
Li du eyaletan rewşa lezgîn hatiye ragihandin
Serokwezirê Bahamalarê Hubert Minnis Abacoî bang li gel kiriye û gotiye “Bila gel were parzemînê.” Her wiha gelê Bahamayan li wê derê hatine bi cih kirin ku berê hatibû diyarkirin.
Di eyeleta Georgiaye û Bakûr û Başûrê Carolinayê de rewşa lezgin hatiye ragihand. (AO/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye