Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Gravên Svalbardê yên Norwêcê vê havînê termên zêdetirî 200 xezalên renê hatiye dîtin. Enstîtuya Qutbê ya Norwêcê berateyê xezalan dîtiye û gotiye ku ji ber birçîbûne mirine.
Zanyaran her weha diyar kiriye ku sedema mirina xezalan, krîza îklîmê ye. Li gori raporên çavdêriyê yên 40 salî hejmara herî bilind a mirina xezalan e.
“Germahiya zêde bûye sedem”
Zanyarên îklîmê beriya niha diyar kiribûn ku bajarokê Longyearbyen li gorî cihên din zûtir germ dibe û raya giştî hişyar kiribûn. Longyearbyen li Gravên Svalbardê ye.
Enstîtuya Qutbê ya Norwêcê sedema mirina xezalan bi vê daxuyaniyê ragihandiye:
“Piştî germahiya zêde ya çavdêrî nedihat kirin, barana zêde hatiye. Ev jî bûye sedema bûzeke qalind li ser xakê çêbibe. Xezalan xwestiye xwe bigihîhin gîhayî lê ji ber vê bûzê nekarîne xwe bigihînê. Di encamê de xurek bi dest nexistine.”
“Mirin mînaka krîza îklîmê ye”
Ashild Onvik Pedersen, Rêveberê Lêkolînê yê Enstîtuya Qutbê ya Norwêcê, ji çapemeniya Norwêcê re gotiye, dîtina termên xezalan tiştekî tirsnak e û wiha destnîşan kiriye:
“Ev mînakên wî tiştî ne ku krîza îqlîmê çawa bandorê li xwezayê dike. Em tenê xemgîn in.”
Li Norwêcê germahî 3.7 pîleyan bilindtir bûye
Li gorî rapora Rêveberiya Oqyanûsan û Atmosferê ya Netewî li Qutba Bakurî di 20 salên dawiyê de ji sedî 56 populasyona xezalên renê û karîbûyan kêm bûye.
Ji sala 1900î û vir ve li Longyearbyenê germahî 3.7 pîleyan zêdetir bûye. Li tevahiya cîhanê ev rêje 1 pîle bûye. (AI/PT/FD)