Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Biryar hatiye girtin ku li dora Gola Saldayê ya li Burdurê bexçeyê gel bê avakirin ku salda weke ‘Maldîvên Tirkiyeyê’ tê qebûlkirin û bi dehan cureyên çûkan li vir hene. Ji bo projeyê wê 31ê Tîrmehê civîna îhaleyê çêbibe û beriya wê li ser medyaya civakî kampanyayek hatiye destpêkirin. Kampanya bi etîketa #SaldayaDokunma (Dest nedine saldayê) dest pê kiriye û li Twitterê bûye ‘trend topic’.
Her weha li ser malpera change.orgê jî kampanyeya îmzeyê daye dest pê kirin.
Di saetên ku nûçe dihate amadekirin de 46 hezar û 263 kesan îmze dane kampanyayê.
“Divê destûra avahîsaziyê nedin ji bo derdora Golê”
Mehmet Goker, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) û Serşêwirmendê Serokê Giştî yê CHPyê kampanyaya daye destpêkirin. Gokerî di kampanyayê de bang li Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm û Şaredariya Bûrdûrê kiriye.
Mehmet Gokerî di metna kampanyayê de gotiye ku divê gol û derdora wê tekez bê parastin û destûra avahîsaziyê nedin ji bo derdora Golê. Parlamenterê CHPyê daxwaza betalkirina projeyê jî kiriye.
Îsmaîloglû: 110 cure çûk li vir hene
Şanver Îsmaîloglû, Endazyarê Jeolojiyê di 3yê Sibatê de nivîsek ji bo bianetê nivîsî û ku sernavê wê “Ya di dorê de: Gola Saydayê”. Îsmaîloglûyî di wê nivîsê de ev zanyarî dabû:
* Gola herî kur a Tirkiyeyê ye, her weha li cîhanê jî duyem gola herî kur e (nêzîkî 185 metre). Nêzîkî 45 kîlometrekare ye. Tekez wê cara yekem be ev, ev feraseta ku golan weke kamavê, peravên wê jî weke erase û qada rantê dibîne, li gorî nêrîna min di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin.
* Gola Saldayê ji hêla jeolojiyê ve cihekî taybet e. Li Golê Masiyê Kevzê û 110 cure çûk hene. (HA/FD)