Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestine ku projeya binavkirina Heskîfê protesto bikin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, endamên Meclîsa Ciwanan û rêveberên HDPya Êlihê çûne Heskîfê lê polîsan bi sedema ku “biryara Walîtiyê” heye nehiştiye civîna xwe pêk bînin. Li ser vê rewşê ciwanan hewl daye ku daxuyaniya xwe bidin lê polîsan midaxele li wan kiriye.
Di encama midaxeleya polîsan de rojnameger Sonya Bayik jî di nav de 32 ciwanên HDPyî hatine desteserkirin.
Hatiye îdiakirin ku ciwan hatine derbkirin
Hatiye diyarkirin ku di wesayîta polîsan de xaz û guleyên plastîk bera ser ciwanan hatiye dayîn û li ser laşê ciwanan şûna derban çêbûye. Kesên ku hatine desteserkirin, ji bo kontrola tenduristiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Heskîfê.
HDP: Bila demildest serbest bên berdan
Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Êlihê û Berdevka Komisyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDPyê daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û tê de bertek nîşanî helwesta polîsan daye. Başaranê daxwaz kiriye ku kesên hatine desteserkirî demildest serbest bên berdan. (EMK/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê