Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Platforma Mafê Hewaya Paqij raporek weşandiye.
Di salên 2016-2018ê de ji nîvî zêdetirê welatiyan hewaya pîs kêşane. Welatî ji ber hewaya pîs herî zêde li bajarê Stenbolê mirine.
Bi tenê sala 2017ê 52 hezar kes ji ber hewaya pîs mirine.
Çêdibû rê li ber mirina ji sedî 13ê wan kesan bê girtin
*Heke li gor rêbera Rêxistina Saxlemîyê ya Dinyayê tedbîr bihatiyan girtin, çêdibû rê li ber mirina ji sedî 13ê wan kesan bê girtin.
*Sala 2018ê cihê hewaya wê herî xerab Mereş-Elbîstan bûye.
*Ji bilî Ardahanê li gor pîvanên Rêxistina Saxlemîyê ya Dinyayê ti bajarên Tirkiyeyê ne saxlem bûye.
*Sala 2018ê ji ber ku paqijiya hewayê baş nehatiye tehlîlkirin ne zelal e ka li ji sedî 10ê bajaran hewayeka çawa hebû.
*Sê salên dawiyê li 16 bajaran hewa paqijtir nabe: Afyon, Enqere, Burdur, Bursa, Çorum, Denizli, Erzincan, Mersin, Mereş, Manisa, Mêrdîn, Muğla, Niğde, Osmaniye, Sakarya û Sêwas.
*Hewaya pîs sperman kêm dike. Bandoreka xerab li zarokên di zikê dêya xwe de dike.
Ji bo dîtina hemîya raporê vê dûvelankê bitikîne.
(PT/MB)