Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rapora 2018ê ya Rêxistina Şopandina Mayinên Bejayî (MONITOR) hate aşkerekirin. Rêxistin beşa lêkolînê ya Hevpeymana Bombeyên Xaran – Kampanyaya Navnetewî ya Qedexedikirina Mayinên Bejayî (ICBL-CMC) ye.
Rapor duh (20ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê) ji hêla Hewldana Tirkiyeyeke Bê Mayin ve li Stenbolê hate aşkerekirin.
Şaxê Stenbolê yê Odeya Doktoran, Şaxê Stenbolê yê Odeya Endezyarên Çandiniyê, Komeleya Kêmendaman a Tirkiyeyê, Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan û Înîsiyatîfa Mafan a Stenbolê beşdarî civînê bûn.
Li gorî Peymana Qedexeya Li Mayinan, 164 welatên ku îmze dane vê peymanê divê mayinên li ser xaka xwe paqij bikin. Tirkiye jî yek ji wan welatan e.
Li gorî rapora MONITORê, Tirkiye di paqijiya mayinan de û agahdarkirina saziyên navnetewî de zexel e.
Bi sed hezaran mayin hene
Heta Tîrmeha 2018ê, li Tirkiyeyê qadeke ku ji 164 milyon metrekareyan pêk tê, hatiye mayinkirî. Ji 3 hezaran zêdetir erdên bi mayin ên hatine tespîtkirin hene. Tê gumankirin ku li 701 heremê mayin hene. Li van herêman zêdetirî 10 milyon mirov dijîn.
Tirkiyeyê sala 2004ê Peymana Qedexeya Mayinan îmze kiriye. Li gorî peymanê diviyabû ku Tirkiye di nava 10 salan de hemû mayînên bejayî tune bike, lê hîna ev pêk neaniye.
Tirkiyeyê ev soza xwe sala 2014ê dubare kiriye û gotiye, “Heta 2022yê ew ê hemû mayinên bejayî paqij bike.” Lê ji van mayinan tenê 26 hezar mayin hatine paqijkirin.
Muteber Ogreten, nûnera Hewladana Tirkiyeyeke Bê Min, diyar kir ku dewlet hemû zanyariyan bi saziyên peywendîdar re par ve nakin û di hin daneyan de nakokî hene.
Di raporê de hatiye gotin ku, planeke netewî ya tê meşandin a Tirkiyeyê nîne û bendewariyeke heye ku programên hatine amadekirin pêk bên.
Hejmara mayinên li Tirkiyeyê
Bi giştî li 3 hezar û 520 erdan, zêdetirî milyonekê mayin hatine bicîkirin.
Bi giştî li şeş erdan, nêzîkî 25 hezar mayin hatine paqijkirin.
Li derdora baregehên leşkerî, li gorî zanyariyan 97 hezar mayin hene.
Li ser sînor li 2 hezar û 537 erdan, zêdetirî 906 hezar mayin hene.
Mayin li bajarên weke Agirî, Ardahan, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê hene. (OI/EKN/FD)