Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Daristana Hambachê ya nêzîkî bajarê Aachena Almanyayê, kesên li dijî birîna daran derdikevin, berxwedana xwe berdewam dikin. Dar ji bo ku kana lînyîtê bê firehkirin tên jêkirin. Bi hezaran kes beşdarî xwenîşandanê bûne.
Şîrketa RWEyê ya enerjiye xwestiye darên ku li herêmên mane jî bibire lê kesên naxwazin dar bên birîn, li ber xwe didin.
Kesên ku li dijî birîna daran derdikekin, li ser 80 daran mal çêkiribûn û li vir dijiyan. 2yê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) polîsan ew bi darê zorê ji daristanê derxistibûn.
Ein bewegender Tag geht zu Ende: Mehr Leute als je zuvor kämpfen mit #endegelaende für #Klimagerechtigkeit. Noch immer steht die Blockade der "Schlagader des Rheinischen #Kohle-Reviers"! pic.twitter.com/N97KH0gBTB
— Ende Gelände (@Ende__Gelaende) 27 Ekim 2018
Duh dîsa xwenîşandan çêbûye û xwenîşanderan daxwaza rizgariya darên mayî kirine.
Nêzîkî 5 hezar kes li du cihan xwepêşandan çêkirine û bang “girtina kanayên komirê kirine.”
Çi bûbû?
Dîroka daristanê diçe 12 hezar sal berê. Ji sedî 90ê daristanê ji bo derxistina linyîtê, beriya niha hatibû tunekirin. Beriya niha bi pênc salan hin jîngehparêz ji bo beşê mayî biparêzin, li ser daran mal ava kiribûn.
Li gorî yasayên Almanyayê, heke ku li ser darekê candarek hebe, birîna wê darê qedexe ye. Çalakvanan li gorî vê yasayê li ser daran mal avakiribûn û li wir jiyaneke kolektîv dimeşandin.
Hikûmeta Almanyayê û şîrketa RWEyê ya xwediyê kanayên herî mezin ên linyîtê li Ewropayê pênc salan karîbûn li hemberî vê rewşê xwe bigirin. Linyîta ku ji vê daristanê tê derxistin, dibin santralên enerjiyê yên Ewropayê. Ev santral rêjeyeke mezin gaza serayê bera hewayê dide. ji ber rêjeyeke mezin karbon di nava linyîtê de heye, sotemeniya fosîl a herî gemarî ye. Rêveberiya Angela Merkelê 13ê Îlonê operasyon li wê ormanê kiribûn.
4 hezar polîsên taybet ên Almanî beşdarî vê operasyonê bûbûn. Ji 50 malan 39 jê hatibûn rûxandin. Hin ji kesên li daristanê dimînin, hatibûn desteserkirin. Lê berxwedan berdewam dike. Ji ber tundiya operasyonê ji Almanya, Fransa, Îtalya, Îspanya, DYA, Keneda, Belçîka û Tirkiyeyê jîngehparêz diçin herêmê. (HK/FD)