Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Daristana Hambachê ya nêzîkî bajarê Aachena Almanyayê, kesên li dijî birîna daran derdikevin berxwedana xwe berdewam dikin. Dar ji bo ku kana lînyîtê bê firehkirin tên jêkirin. Polîsan êrîş birine ser kesên li ber xwe didin. Di dema vê êrîşê de rojnamegerek ji ser pira hilawistî ketiye û miriye.
Li gorî daxuyaniya polîsan rojnameger ji wê pirê ketiye ku di navbera du daran de û li ser 15 metre bilindahiyê hatibû avakirin.
Polîs: Operasyon nebû
Herbert Reul, Wezîrê Navxweyî yê Eyaleta Ren-Vestfalyaya Bakûr piştî bûyerê diyar kiriye ku operasyon hatiye sekinandin. Lê polîsan gotine di wê dema ku rojnameger ji darê ketiye de operasyon nedihat kirin.
Kesên li daristanê: Operasyon hebû
Li gorî parvekirinên li ser hesabê Twitterê yê bi navê “Hambacher Forst”ê, hatiye gotin ku dema rojnameger miriye, operasyona polîsan hebû.
Di berxwedana Daristana Hambachê de çi bûye?
Dîroka daristanê diçe 12 hezar sal berê. Ji sedî 90ê daristanê ji bo derxistina linyîtê, beriya niha hatibû tunekirin. Beriya niha bi pênc salan hin jîngehparêz ji bo beşê mayî biparêzin, li ser daran mal ava kiribûn.
Li gorî yasayên Almanyayê, heke ku li ser darekê candarek hebe, birîna wê darê qedexe ye. Çalakvanan li gorî vê yasayê li ser daran mal avakiribûn û li wir jiyaneke kolektîv dimeşandin.
Hikûmeta Almanyayê û şîrketa RWEyê ya xwediyê kanayên herî mezin ên linyîtê li Ewropayê pênc salan karîbûn li hemberî vê rewşê xwe bigirin. Linyîta ku ji vê daristanê tê derxistin, dibin santralên enerjiyê yên Ewropayê. Ev santral rêjeyeke mezin gaza serayê bera hewayê dide. ji ber rêjeyeke mezin karbon di nava linyîtê de heye, sotemeniya fosîl a herî gemarî ye. Rêveberiya Angela Merkelê 13ê Îlonê operasyon li wê ormanê kiribûn.
4 hezar polîsên taybet ên Almanî beşdarî vê operasyonê bûbûn. Ji 50 malan 39 jê hatibûn rûxandin. Hin ji kesên li daristanê dimînin, hatibûn desteserkirin. Lê berxwedan berdewam dike. Ji ber tundiya operasyonê ji Almanya, Fransa, Îtalya, Îspanya, DYA, Keneda, Belçîka û Tirkiyeyê jîngehparêz diçin herêmê. (HK/FD)
Çavkanî. Erol Malçok, jîngehparêz, Deutsche Welle.