Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bahoza Florenceyê li peravên eyaletên rojhilat hêdî hêdî tesîra xwe dide nîşandan. Bi texmînî leza bahozê wê di saetê de 165 km be.
Sazîya Rêvebiriya Lezgîniyê ya Federal û Navenda Bahozê a Neteweyî ragihandine ku wan tedbîrên xwe standine û ew amade ne.
Ji ber bahozê li eyaletên Carolinaya Bakur, Carolinaya Başûr, Virginia, Maryland û Washingtonê rewşa awarte hatibû îlan kirin. Niha eyaleta Gorgiayê jî li van eyaletan zêde bûye.
Li Carolinaya bakur û başûr û Virgînyayê ji milyonek û 700 hezar kesî xwestibûn ku herêmê vala bikin. Tam nayê zanîn heta niha çend kes hatine tehlîye kirin.
Ji ber bahozê herî kêm hezar firîna balafiran hatine betalkirin.
Dibe ku elektrîk bi hefteyan nebe
Fîrmaya belavkirina elektrîkê, Duke Energyê ragihandiye ku îhtîmal heye elektrîka ji nîvî zehftir aboneyên li eyaleta Carolînaya başûr qut bibe û dibe ku bi hefteyan elektrîka wan neyê berdan.
Trump: FEMA amade ye, em li gel we ne
Serokê DYAyê DonaldTrumpî gelek tweetên di derheqê bahozê de ne retweet kirine û wêneyê FEMAyê (SRBF- Sazîya Rêvebiriya Bilez a Federal) parvekiriye. Trûmpî “FEMA amade ye, em li gel we ne” nivîsî ye. (PT/VU/FD)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî