Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çavlirêye Bahoza Florence roja pêncşemê bigihêje eyaletên Carolînaya Başûr û Virginiayê. Bahoz li Okyanûsa Atlasê gihiştiye qonaxa 4em û sureta wê di saetê de digihêje 225 kîlometreyan.
Li gorî daxuyaniya ji Navenda Bahozan a Netewî ya DYAyê (NHC) hatiye kirin, bi vê lezê biçe wê derkeve qonaxa 5an: “Florence wê bibe bahozeke berfireh û gelekî bixeter.”
Saziyên fermî û dibistan hatine girtin
Henry McMaster Waliyê Carolînaya Başûr gotiye, wan fermana derxistina mirovên li heşt herêman daye ku li peravên eyaletê ne. Dîsa 26 herêman jî dibistan û navendên dermankirinê jî tê de saziyên fermî hatine girtin.
Ralph Northam Waliyê Virginiayê jî diyar kiriye ku ji bo du herêmen li peravan wan fermana derxistina mirovan daye. Meteorologan destnîşan kirine ku dibe Florence bibe bahoza herî tund a pîst salên dawiyê.
Hejmara kesên ji her du eyaletan wê bên derxistin digihêje milyonekê.
Trump: Amade bin û di ewlehiyê de bin
Donald Trump Serokê DYAyê di hesabê xwe yê Twitterê de vîdeoyak bahozê parve kiriye û ji welatiyan xwestiye ku ji bo vê bahozê amade bin û di nava şert û mercên ewle de bin. (PT/FD)
*Çavkanî: Reuters, USA Today, CBS