Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Ordûyê di encama lehiyê de kesek miriye.
Li gorî nûçeya ku di malpera Ünye Kentê de hatiye belavkirin, duh (9ê Tebaxê) li navçeya İkizceyê, Bayram Sekmenê 56 salî ji ber lehiyê miriye. Sekmen dema lehî rabûye li bexçeyê xwe yê bindeqan bûye.
Mûrat Kûrûm, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê îro li Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bobeleta Lehiyê axivî ye û wiha gotiye; “Li her metrekareyê 253 kîlogram baran bariya ye. Zerara ku li hemû avahî û rêyan bûye wê di hefteyekê de bê tespîtkirin û di nava du mehan de wê înşaetên wan biqedin.”
8ê Tebaxê li Ordûyê lehî rabûbû û bandor li 500 hezar kesan kiribû. Bandora lehiyê 9ê Tebaxê girantir bûbû û di encamê de 10 kes birîndar bûbû. Her çiqas ku di nûçeyan medyayê de nehatibe belavkirin jî, tê texmînkirin ku gelek ajal mirine. Lehiyê bandor li heft navçeyan kiriye û heşt pire zerar dîtine. Zêdetirî 30 ton bindeq bi ava lehiyê re herikîne behrê. (BK/FD)
* Fotograf: Eyup Elevli, Ordu, AA