Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di çarçoveya “28ê Nîsanê ya 2018ê Roja Çalakiyê ya Heskîfê ya Kurewî de” Ji bo Heskîf û Sûrê, herî hindik li 7 bajarên Tirkiyeyê û li 20 bajarên cîhanê çalakî çêbûn.
Di çalakiyan de çalakvanan xwest ku li hemberî rûxandinên berdewam dikin, li cîhanê dengekî bilind derkeve û ev her du cîûwarên antîk bên parastin. Hat gotin ku; “Sûr û Heskîf li hemberî siyaseta dilhişk a ku hikûmeta Tirkan li ser mirov, çand û jîngeriyê dimeşîne, bûne sembol”.
Li Amed û Heskîfê jî çalakî çêbûn
Saetên sibehê li ber Ulucamiya li Sûrê çalakvan, nûnerên saziyên sivîl, siyasetmedar û hunermendên muxalif hatin ba hev û polîtîkayên li ser Sûrê tên meşandin hatin rexnekirin. Digel ku polîsan destûr neda jî çalakvanan daxuyanî li ber rojnamegeran xwend û li ber hewşa maleke kevn a Amedê hatin ba hev ku li taxeke Sûrê ya nehatiye wêrankirin bû.
Di axavtinan de hat xwestin ku bila Sûr bijî û niştecihên Sûrê di encama avakirineke nû ya bi beşdariya demokratîk de vegerin taxa xwe.
Li Heskîfê jî çalakvanên Heskîfî û Êlihî, nûnerên saziyên sivîl û hunermendên muxalif kom bûn û bal kişandin ser wêrankariya ku di sala 2017ê de çêbûne. Di axavtinan de hat diyarkirin ku wê projeya Germavê ji hêla piraniya civakê ve neyê qebûlkirin û wê heta dawiyê li hemberî vê projeya wêraniyê li ber xwe bidin.
Li Almanyayê hejmara beşdaran zêde bûye
Ji bilî Tirkiyeyê, navendên çalakiyan bajarên Ewropayê bû ne.
Li Almanyayê 10 bajar û bi giştî li Ewropayê li 20 bajaran çalakvanan xwenîşandan li dar xistine, stand vekirine, pêşangeh çêkirine, film nîşandane û civîn bi rê ve birine. Di çalakiyan de çalakvanan bal kişandine ser polîtîkayên neolîberal û yên şerî û bêdengiya hikûmetên xwe, ya Yekîtiya Ewropayê, UNESCOyê, Neteweyên Yekgirtî û saziyên navdewletî hatine rexnekirin.
Bajarên ku çalakî lê çêbûn ev in: Atîna, Bîlbao, Barcelona, Rîbes (Katalonya); Madrîd, Martîgûes (Fransa), Brîghton, Londra, Stockholm, Berlîn, Hambûrg, Hannover, Bremen, Celle, Frankfûrt, Freîbûgr, Karlsrûhe, Regensbûrg, Munchen. Li gel van deran, wê li Swîsreyê di çalakiyên 1ê Gulanê de ji bo Heskîf û Sûrê belavok bên belakirin.
Çalakvanên Îranî eleqeyeke mezin nîşan dane
Yek ji ciyên ku herî zêde çalakvan beşdar bûne, Îran e. Li Îranê 25 û 27ê Nîsanê çalakiyên piştigiriyê bi rê ve çûn. Hat diyarkirin ku ji ber têkiliyên di navbera tevgerên ekolojîk ên her du welatan de, di van her du çalakiyan de eleqeya ji bo Heskîf û Germavê li Îranê zêdetir bûye.
Par jî li Îranê, li hemberî Bendava Germavê (Ilısu) kampanyaya îmzeyan bi beşdariya 150 hezar kesî çêbûbû. (PT/FD)