Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Pasîfîkê bi pileya 8.1ê erdhej çêbû û bandor li peravên başûrê Meksîkayê kir.
Li gorî daneyên di malpera Navenda Lêkolînên Jeolojî yên Dewletên Yekgirtî de, navenda erdhejê 87 km dûrî bajarê Pijijiapanê ye û 70 km di bin erdê de pêk hatiye.
piştî erdhejê li Meksîka, Gûatemala, El Salvador, Kosta Rîka, Nîkaragûa, Panama û Hondûrasê hişyarî ji bo tsûnamiyê hatiye dayin.
Erdhej qasî deqîqeyekê berdewam kiriye û ji ber bandora wê mirov li Meksîkayê ji malên xwe derketine kolanan.
Li bajarê Chiapas ê Meksîkayê 2 kes mirine ku nêzîkî navenda erdhejê ye.
Hat diyarkirin ku li Gûatealayê jî ya kêm kesek miriye.
Di sala 1985ê de bi pileya 8.0 û di sala 1995ê de bi pileya 7.6ê du erdhejên mezin çêbibûn û bi deh hezaran kes miribûn.
Wezareta Navxweyî ya Meksîkayê îdia kir ku pileya erdhejê 8.4 e. (BG/EKN/FD)
* Nûçe ji BBCyê hatiye berhevkirin.