Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekitîya Federasyonên Futbolê ya Ewropayê (UEFA), biryar daye ku EURO 2020 heta havîna 2021ê taloq bibe.
Federasyona Futbolê ya Norweçê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandîye û gotiye diviyabû ku EURO 2020 li 12yê meha Hezîran û 12yê Tîrmehê pêkbihata, ji ber vîrûsa Covîd-19yê wê bi heman dîrokê di sala 2021ê da pêk were.
UEFAyê îro li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê rezervasyonên ku ji bo rêza pêşbirkan terxan kirîbû, hemû betal kirine. Herweha bajarê Kopenhagê yek ji wan bajaran e ku EURO 2020 lê dihat pêk bihata. (PT/AY/FD)