Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li New Yorkê di pêşbirka tenisê ya vekirî ya Amerîkayê de Rafael Nadal û Daniîl Medvedev hatin pêşberî hev. Ev pêşbirk grand slama sezona dawîn bûye û li Stada Arthur Asheyê hatiye lîstin.
Pêşbir bi qasî 5 saetan berdewam kiriye û Rafael Nadalê 33 salî bi setên 7-5, 6-3, 5-7, 4-6 û 6-4an 3-2 bi ser ketiye û di pêşbirkê de bûye yekemîn. Li gorî vê encamê Nadal cara 19an e ku di grand slamê da û 4an e jî di pêşbirka tenisê ya vekirî ya Amerîkayê da dibe şampiyon.
Medvedevî jî cara ewil di fînala grand slamê da lîstiye
Medvedevê 23 salî di karîyera xwe de cara ewile ku di fînala grand slamê da lîstiye. Daniil Medvedevî di pêşbirka fînala grand slamê da encam ji 2-0an derxistiye 2-2yan û serkeftineke mezin bi dest xistiye.
Medvedev piştî Marat Safinê bûye duyemîn tenîsvanê rûsan ku di pêşbirkê de derketiye fînalê. Safîn di sala 2000î da pêşbirka tenisê ya vekirî ya amerîkayê qezenc kiriye. (HA/FD)
Fotograf û çavkanî: Ajansa Anadolûyê