Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di satên sibehê de pankarteke ku li ser wê “Ji Çiyayên Qazan Heta Heskîfê Wê Berxwedan Bi Ser bikeve!” û “Di Rêya Şoreşê de Pevçûn” nivîsiye li Pira Galatayê hatiye daliqandin.
Li Çiyayên Qazan çi diqewime?
Di serê sala 2000î de Midûriyeta Giştî ya Nirxandin û Lêgerîna Madenan (MTA) û Wezareta Enerjiyê lêkolîn li ser cihên madenê kiriye û nexşe amade kiriye.
Piştî sala 2002yê guhertin di Yasaya Madenan de hatiye kirin. Destûr dane fîrmayan ku li heremê li madenan bigerin. Di salên 2010an de destûrnameyên lêgerînê veguhestine destûrnameyên karkirinê.
Ji 2017ê û vir ve şîrket hatine avakirin. Di vê demê de jî dîsa qetlîamên daran hatibûn rojevê û çalakî hatibûn li dar xistin.
Şîrketa Alamos Gold a kanadî jî vê demê dest bi kar kiriye û ji sala 2017ê vir ve li herêma madenan daran dibire.
Di rapora Nirxandina Jîngehê de dihate plankirin ku 45 hezar dar bên birîn, lê şîrketê 195 dar birî ye.
Piştî ku dîmenên qetlîamê li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, ji her beşên civakê însan çûne Kîrazliyê.
Bi serpereştiya Şaredariya Çanakkaleyê, di 26ê tîrmehê de li nêzîkî madenê kampek hatiye avakirin û “Nobeta Av û Ûcdan” hatiye avakirin.
Li Heskîfê çi diqewime?
Heskîfa dîrokî tê xwestin ku bi projeya Bendava Germavê re bê tunekirin. Ji sala 2017ê û vir ve 7 berhemên dîrokî ji jîngeha xwe hatine rakirin û birine cihên çêkirî.
Ev pêvajoya barkirinê hê neqediya ye û zirar gîhiştiye van berheman û ew maneyên xwe winda kirin ku bi sedan salan e wergirti bûn.
Şikeftên dîrokî û newala xwezayî bi milyon metrekup puwazan ve hatiye dagirtin. Zinar bi teqeminiyan re anîne xwarê û di bin navê restorasyonê derdor tê wêrankirin. (EMK/FD)