Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûrûllah Edemen, Serokê Amedsporê diyar kiriye ku ew ê giliyê wan berpirsan bikin ku ji ber bûyerên di dema maça bi Sakaryasporê re qewimî ne, berpirsiyar in.
Edemen piştî maçê ji Ozgur Paksoyê Ajansa Mezopotamyayê re axivî ye û gotiye, tiştên qewimî ne provokasyon in û ew ê giliyê berpirsan bikin.
Edemen destnîşan kiriye ku bi destpêkirina maçê re, êrîş birine ser futbolîstên wan ên li holikê, heyeta teknîk û futbolistên wan ên li sahê û wiha gotiye:
“Êrîşên di dema maçê de qewimîn, piştî maçê jî berdewam kirin.
“Em dikarin mirovan heta cihekî bidin sekinandin. Lê piştî demekê dibe trîbun ji kontrolê derkevin û bûyerên em naxwazin biqewimin. Hin kes bi vê armancê provokasyonan pêş dixin.
“Ez di serî de bang li Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, dozgeran dikim ku derbarê berpirsan de lêpirsînnameyan amade bikin. Divê Sakaryaspor bê cezakirin û em ê li dijî êrîşên nijadî giliyê berpirsiyaran bikin.”
Çi bûbû?
Roja şemiyê (13ê Çiriya Pêşiyê/Cotmeh) Amedspor saet di 19.00ê de li Sakaryayê derket pêşberî Sakaryasporê.
Soyunma odamıza saldırı anı ve Sertaç hocaya saldırı anı @TFF_Org pic.twitter.com/S3PxFhUKsT
— AMED SK (@AmedsporSK) 13 Ekim 2018
Beriya maçê strana bi navê “Ölürüm Türkiyem” (Ez li ser te dimirim Tirkiyeya min) hate guhdarkirin. Bi vê stranê re dîmenên operasyona leşkerî di ekranê de hate nîşandan.
Sakarya spor taraftarlarından yedek kulübemize saldırı anı pic.twitter.com/IievJpOrBf
— AMED SK (@AmedsporSK) 13 Ekim 2018
Piştî ku Sakaryaspor di maçê de 2-0 bi ser ket, alîgirên Sakaryasporê pêşiyê êrîş birin ser holika futbolîstên Amedsporê. Paşê çûne odeya Amedsporê ya ku cilûbergên xwe diguherînin û êrîşî futbolîst û heyeta teknîkê kirine.
Bugün saat 19:0O da Sakarya’da oynayacağımız Sakaryaspor- Amedspor maçı öncesi sporcularımız sahaya ısınmak için çıkarken stadyum ekranlarında gösterilen video ve müzik.Neyin kafası yaşanıyor anlamadım. Hala anlamadız mı? Amedspor bir futbol takımı. pic.twitter.com/acLoPtNB6J
— Nurullah EDEMEN (@nemede) 13 Ekim 2018
Him dîmenên beriya maçê hatine nîşandan him jî dîmenên êrîşê, li ser hesabê Twitterê yê Amedsporê û yên komên alîgirên Amedsporê de hatine belavkirin. (EKN/FD)