Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di Şampîyonaya Cîhanê ya Gulaşê de Yasemîn Adar ji Tirkiyeyê bû yekem jina şampîyona cîhanê. adarê di beşa guşaşa pehlewanên 75 kîlo ketibû pêşbirkê.
Li şampîyonaya li Parîsa Fransayê hat birêvebirin Adarê 5 pûan stand û karî Vasilisa Marzaliuka Belarûsî ku wê 4 pûan standin.
Herweha Yasemîn Adar yekem jina ji Tirkiyeyê bû ku ket fînala(gulaşa dawiyê) şampîyonayê.
Teklîfa zewacê
Dildarê Adarê yê bi navê Erdem Yîgît piştî pêşbirka gulaşê teklîfa zewacê da wê. Yasemîn adarê gustîlka dildarê wê dayîyê kir tiliya xwe û dildarê xwe hembêz kir.
Yasemîn Adar kî ye?
Di sala 1991ê de li Balikesîrê hatiye dinê. wê di sala 2011ê li Balikesîrê dest bi gulaşkirinê kir. Di Adara 2016ê de di Şampîyonaya Ewropayê de madalyaya zêrîn stand. Ew madalya yekem madalyaya zêrîn bû ku pehlewaneka jin a ji Tirkiyeyê di pêşbirkeka navneteweyî de stand.(ÇT/MB)