Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mizgîn Ay di pêşbaziya beza li 100 metreyan bû şampîyona cîhanê.
Pêşbaziya Bezê ya Cîhanê li paytexta Kenyayê, li bajarê Naîrobîyê tê pêkanîn. Di roja duyem de li ser navê Tirkiyeyê Mizgîn Ay bû şampîyon. Mizgîn Ayê rêya 100 metreyî di 11,62 sanîyeyan de xelas kir.
Mizgîn Ayê ji Ajansa Anadolûyê re gotiye:
“Ez gelek serbilind im ku ji Tirkiyeyê yekem jina madalyaya zêrîn ji bo beza li rêya 100 metreyî min stand. Matmayî me. Gelek keyfxweş im.”
Mizgîn ay kî ye?
Mizgîn Ay di sala 2000ê de li Êlihê hatiye dinê. 6 xuşk û birayên wê hene. Dema ku ew 3 salî bû malbata wê bar kiriye Enqereyê. Malbata wê di havînan de paletîyê dike. Ew jî wek pale alîkariya wan dike. Li Beypazariya Enqereyê nasnavê “keça bayê” li wê hatiye kirin.
*Me ji bo nivîsîna vê nûçeyê agahî ji DHA û BatmanGundem.comê standine.(ÇT/MB)