Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lîstikên Olimpiyata Rioyê ya 2016ê duhî bi rêûrismekê bi dawî bû.
207 welat beşdarî Olimpiyatê bûbûn û werzîşvanên ji wan welatan alaya welatê xwe nîşan da.
Di lîstikên Olimpiyatên Rioyê de, werzîşvanên ji Tirkiyeyê madalyayeka zêr, du madalyayên zîv û madalyayeka mifriq standin û bû welatê 41.
Madalyaya zêr Taha Akgûlî stand û wî got ew xelata xwe ji bo wan kesên di 15ê Tîrmehê de li Dîlokê hatîn kuştin dike dîyarî.
Nur Tatarê madalyaya mifriq bi Tekvandoyê stand.
Tatarê gotiye: ‘’Hestek gelek xweş e ku ez wek jinekê bûm xwedana vê xelatê. Bi rastî jî Tirkiye hewceyî vê xelatê bû. ‘’
Amerîka bû yekema Olimpiyatan. Wê 27 madalyayên zêr, 23 madalyayên zîv û 38 madalyayên mifriq standin, bi temamî 121 madalya standin. (NV/MB)
Wêne: Okan Ozer – Rio de Janerio/AA