Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lêpirsîna ku derbarê mirina Pinar Gultekîn, xwendekara zanîngeha Muglayê de hatibû destpêkirin, temam bûye. Dozgeriyê îdianame amade kiriye. Di îdanameyê de dozgerî xwestiye gumanbar Cemal Metîn A. bi cezaya muebeta girankirî were cezakirin. Cemal Metîn A. bi sedema ku wî Gultekîn kuştiye hatibû girtin.
3em Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê îdaname qebûl kiriye.
Çi bûbû?
Pinar Gultekîna ku nişteciha Taxa Akyakayê ya Ulayê, navçeya Mûglayê 16ê Tîrmehê ji mala xwe derketiye. Pinar Gultekîn bi rêya telefonê bi Sibel Gultekîn, xwuşka xwe ya li Stenbolê re axivî ye. Lê piştî wê agahî jê nestendiye.
Sibel Gultekîn ji jiyana xwuşka xwe ketiye gumanê û bi dêya xwe Şefika Gultekînê re çûye Mûglayê. Çûne Fermandariya Qereqola Akyayakayê û gotine ku Pinar Gultekîn winda ye. Piştî serî li qereqolê dane cendermeyan dest bi lêgerînê kiriye.(EMK/AY/FD)