Fotograf: Evrim Kepenek /bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilî bitikîne
Li gundê Nerîbê Şeynon yê Hênê, navçeya Amedê jina bi navê G.A.ya 21 salî giliyê 5 mêran kiriye ku tecawiz li wê kirine. Her pênc mêr jî xizmên G.A.yê ne.
Lê ji bilî îfadeya A.D.yê ya kesên din nehatine wergirtin.
Piştî 10 mehan îfadeya wan wergirtine
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, piştî 10 mehan îfadeya Î.A., M.A., Ş.A. û Î.A.yî hatiye wergirtin. Dozgeriyê piştî îfadeyên xwe dane, her çar mêr azad kiriye. Her weha hatiye zanîn ku heman rojê li Qereqola Cendermeyan a Hênê îfadeya M.A. birayê G.A.yê jî hatiye wergirtin.
Çi bûbû?
Li gundê Nerîbê Şeynon, yê bi ser Hênêya Amedê Î.A., M.A., Ş.A., A.D. û Î.A. bi rêk û pêk êrîşa zayendî li G.A.ya xizma xwe kirine.
5 mêran gefa kuştinê li G.A.yê xwarine da ku ji ti kesî re behsa bûyerê neke. Lê piştî G.A. ducanî buye derketiye holê ku tecawiz lê hatiye kirin.
Mêrên tecawizkar li F.A. dêya G.Ayê dane ku bûye şahide bûyerê. Felcê li F.A.yê xistiye û nema dikarîbû biaxive. F.A. piştî demekê li nexweşxaneyê bi awayekî biguman miriye lê derbarê mirina wê de li lêpirsîn nehatiye kirin.
G.A.yê navê 5 mêrên ku tecawiz lê kirine daye dozgeriyê lê digel giliyê mêran kiriye jî dozgerî weke gumanbar tenê îfadeya A.D.yî wergirtiye.
Piştî giliyê 5 mêran kiriye, tecawizkar û bavên wan gefa kuştinê li G.A.yê xwarine ku ew xistine stargeheke Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî. Lê ji ber ewlehiya wê ya canî nîne heta niha li 5 stargehan geriyaye. (EMK/FD)