Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya 81 bajaran a Şaxa Jinên Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) wê giliyê Abdûrrahman Dîlîpak, nivîskarê rojnameya Yenî Akîtê bikin.
Lutfiye Selva Çam, Seroka Şaxa Jinan a Navenda Giştî ya AKPê derbarê nivîsa Dîlîpakî ya bi sernava “beybûnên AKPê” ku tê de peyva” fehîşe” bikaraniye de gotiye, “ Bi van êrişkariyan, bi gotinên bêexlaqî û bi îftirayan xwe biçûk nexin. Rûmeta ku we bi nivîsên xwe yên bêedebî wenda kiriye, hûn bi nivîsên xwe yên bi vê şêwazî bala raya giştî bikşîne jî hûne nikaribin rûmeta ku we wenda kiriye, bidestbixe.”
Tevgera jinan a AKPê tevgereke feminist nîne
Çamê weha gotiye:
“ Jinên ku endamên AKPê ne nek bibe weke mêr, bi nasnameyê jinê û bi sekna xwe ya rast siyasete dike. Tevgera jinan a AKPê tevgereke feminist nîne.”
Nivîsa Dîlîpakî
Dîlîpakî di nivîsa xwe ya 27ê Tîrmehê de hatibû weşandin weha gotibû:
“AKPyîyên ku di nava AKPê de ne, weke cêwiyê zîhnîyeta FETOyê tevdigere. Hem ji fonên navneteweyî piştgiriyê digirin hem jî fonên neteweyî bikartînin. Diyare ‘Sermayeya Kesk’ jî ji vana re dibe sponsor. Gelo vana bi qasî Koç, Sabanci û Eczacibaşiyê ji doza ‘Sermeyaya Kesk’ ya me re jî dilsozin. Gelo li dijî van fehîşe û yên weke wan re wê dengên xwe bilind bikin an na? Xwediyê konfeksiyonê, xorak firoş, dezgeha fînansê û deng xwe bilind bike Tirkiye! Hûn li benda çî ne!”(EMK/AY/FD)