* Fotograf: Demir Leblebi, Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Platforma Jinan a Îzmîrê duh(5ê Tebaxê) li dijî hedefnişandan û betalkirina Peymana Stenbolê çalakiyek li darxistibû. Di çalakiyê de jinên ku hatibûn desteserkirin serbest bûne.
Navê kesên ku serbest bûne weha ne:
“Nîhal Yilmazarslan, Nîlgun Yilmazarslan, Tûgba Aratici, Alîcan Kelek, Melodî Zengîn, Pinar Usta, Gozde Ece Yuksek, Evrîm Çakir, Ebrû Akeloglû, Didar Gul, Zehra Hekîmoglû, Eylem Tûnali, Gîzem Coşkûn, Denîz Cesûrer, Melda Barûtçû, Cansû Ekmen û Rengîn Ogûz.
Di dema desteserkirinê de kriz derbas kiriye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dema Rengîn Ogûz û Îsmaîl Temeli piştî çalakiyê li Kolana Bornovaya Alsancaxê tên desteserkirin, Temelî krîza Epîlepsîyê derbas dike.
Hatiye diyarkirin piştî krîzê Temelî dibin Nexweşxaneya Tepecîkê û ji ber ku rewşa wî baş nebûye piştrê wê ji bo îfadeyê bang bikinê.
Çi bûbû?
Li navçeya Alsancaka Îzmîrê jinan xwestibûn bimeşin û polîsan nehîştibûn. Piştre jinan rênedayîna polîsan protesto kiribûn.
Piştre polîs midaxeleyê çalakiyê dike û 16 jinan desteser dikin.(TP/AY/FD)
YanıtlaYönlendir |