Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meral Daniş-Beştaş, Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere kiriye ku wan birdar daye Mansur Işik, Parlamenterê xwe yê Mûşê du salan ji hemû xebat û erkên partiyê dûr bixin.
Işik tundkarî li hevjîna xwe kiribû. Lijneya Disiplînê ya Navendî biryar derbarê Işikî da daye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Daniş-Beştaşê li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û wiha gotiye: “Lîjneya dîsîplînê bi şertê ku gotinên jinê esas in lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de hem Mensûr Işik hem jî Ebrû Işik guhdar kir. Parastinên wan hatin girtin û angaşt hatin guhdarkirin. 2 sal cezayê dûrxistinê li Mensûr Işık hat birîn.”
Hefteya borî Tûma Çelîk, Parlamenterê HDPyê yê Mêrdînê jî bi îdiaya ku êrîşa zayendî kiriye ji HDPyê hatibû avêtin.
Çi bûbû?
Piştî ku Mensûr Işikî derb li hevjîna xwe Ebrû Işikê xistibû, HDPyê bi tohmeta ku “bi zanebûn hevjîna xwe birîndar kiriye” lêpirsînname amade kiribû. Rapora derblêdanê ya ku nexweşxaneyê dabû Ebrû Işikê jî ketibû nava dosyaya lêpirsînê. (SO/FD)